Derbasgeha sînorî ya Iraq û Sûriyê tê vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i305946-derbasgeha_sînorî_ya_iraq_û_sûriyê_tê_vekirin
Çavkaniyên dîplomatîk ên Sûrî qala vekirina derbasgeha sînorî ya Bûkemal- Qaimê di navbera Iraq û Sûriyê di çend hefteyên bê de kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2019 13:29 Asia/Tehran
  • Derbasgeha sînorî ya Iraq û Sûriyê tê vekirin

Çavkaniyên dîplomatîk ên Sûrî qala vekirina derbasgeha sînorî ya Bûkemal- Qaimê di navbera Iraq û Sûriyê di çend hefteyên bê de kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Çend çavkaniyên dîplomatîk ên Sûriyê di hevpeyivîna digel rojnameya El Exbarê ragihandin ku derbasgeha sînorî ya Qaim-Bûkemalê navbera Iraq û Sûriyê di çend hefteyên tê de û kêmtir ji meheke din dê were vekirin.

Li gorî ragihandina van çavkaniyan, niha tenê ev derbasgeh tê vekirin û lihevkirina jibo vekirina derbasgeha navbirî di encama civîna sêalî ya rayedarên pileberz ên Sûriye, Iraq û Îranê di meha Adara bihurî de li Şamê pêk hatiye.

Di vî warî de, Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî ji El Exbarê re gotine ku hewildanên li parzgeha Enbarê jibo kemilandina vî karî didomin û tenha astengiya rasteqîn a wê mijarên locestîkî ye.

Sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyê ji dema diyarbûna DAIŞ`ê li van wan du welatan ve û dagirbûna hin navçeyên berfireh ên wan, ji bin kontrola dewletên Sûriye û Iraqê hatin derxistin û endamên DAIŞê ev sînor jibo êrîşa li ser navçeyên cûrbicûr û welatiyên sivîl bi kar dianîn.