Daxwaza Kurdên Sûriyê jibo muhakimekirina endamên DAIŞ`ê ji aliyê dadgehên navneteweyî ve
Rayedarekî pileberz ê Kurdên Sûriyê gotiye ku Kurd daxwaza damezirandina dadgeheke navneteweyî jibo muhakimekirina endamên DAIŞ`ê ku ji aliyê hêzên Kurd ên Sûriyê ve hatine girtinê dikin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hêzên kurd ên Sûriyê di heyama du salên bihurî de bi hezaran kes ji endamên DAIŞ`ê di şerê dijî vbê komê li rojhilat û bakurê rojhilata Sûriyê girtine. Hêzên Kurd her wiha bi dehan hezar kes ji kesên ser bi DAIŞ`ê li nav du kampan li bakurê rojhilata Sûriyê bicî kirine û ev guman heye ku hinekên din ji endamên DAIŞ`ê li nav rûniştiyên van du kampan hebin.
Salih Muslim Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) û ji rayedarên pileberz ên Kurdên Sûriyê ku çûye Fenlandayê, ji ajansa nûçeyan a YLA ya vî welatî re gotiye ku Kurd daxwaza damezirandina dadgeheke navneteweyî jibo darizandina endamên DAIŞê ne.
Wî destnîşan kiriye ku hin ji jinên ku li kampa bin zîrevaniya Kurdan dijîn ji endamên DAIŞê ne û ewna jî divê ku werin darizandin.
Salih Muslim destnîşan kir ku şehedî û belgeyên piştrast li bara çalakiya endamên DAIŞ`ê li Sûriyê hene, lê li navçeyên bin kontrola Kurdên Sûriyê biryara darvekirinê jibo endamên DAIŞ`ê nayê dayîn.
Wî her wiha qala gotûbêja digel rayedarn Fenlandayê li bara rewşa endamên DAIŞ`ê yên welatiyê vî welatî li Sûriyê kir û jibo alîkariya bo vî welatî bona vegerandina van kesan bo Fenlandayê amadetiya xwe ragihand.