Gorneke komkî li Reqqayê hat peydakirinê
Rayedarên sûrî ragihandin ku gorneke komkî li pişka başûr a şarê Reqqayê hat peydakirinê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a hikûmeta Sûrîyê (SANA), Navenda Tenduristîyê ya Parêzgeha Reqqayê dîyar kir ku di wê gorna komkî ya ku gorîyên cinayetên koma têrorîst a DAIŞ`ê li şarê Reqqayê ye, bermayîyên meytê 200 sivîlan hatine peydakirinê.
Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) jî berî vîya ragihandin ku di encama opêrasyonên curbicur da zêde ji 2 hezar û 500 meyt ji gornên komkî li şarê Reqqayê ku yên sala 2017`ê ne derxistine ku pirranîya wan di encama êrişên hewayî yên Hevalbendîya Navnetewî bi serkêşîya Amerîkayê li wî şarî da hatine kuştinê.
HSD`ê pêşbînî kirîye ku hejmara gorîyên êrişên Hevalbendîya Navnetewî li Reqayê ku di gornên komkî da tên keşifkirinê, bigihêje 8 hezar kesî.