Adar 15, 2023 15:26 Asia/Tehran
  • Kêmkirina ava çemê Firatê ji hêla Tirkîyê ve cotkarîya li Sûrîyê tûşî pirsgirêkan kirîye

Berpirsê Çavkanîyên Avê yê Dêrezora Sûrîyê got ku kêmbûna ava çemê Firatê ji ber bendavlêkirinên Tirkîyê, rewşa cotkarîya li wê herêmê aloz kirîye.

 

Berpirsê Çavkanîyên Avê yê Dêrezora Sûrîyê Ehmed Salim ragihand: Ji Sibata sala 2020î va asta ava çemê Firatê ji ber bendavlêkirin û bikaranîna avê ji hêla Tirkîyê va bi awayekî berbiçav daketîye û kêm bûye, ji ber vê yekê cotkarên herêma Dêrezorê tûşî gellek pirsgirêkan bûne.

Ehmed Salim herwiha got: Li Herêma Dêrezorê hemî kanalên avgîhandinê hatine cidakirin ta ku dilnîya bin av digihêje mator û pompên ku avê digihînin çemê Firatê. Lê ev karana rêçareya demkî ji bo girtina pêşîya daketina berdewam a asta ava çemê Firatê ne.

Ji ber kêmbûna berfire ya ava çemê Firatê cotkarên rojhilata herêma Dêrezorê ditirsin ku hasila wan zef kêm bibe ji ber ku debara wan girêdayîyê cotkarîyê ye.