Adar 14, 2023 16:09 Asia/Tehran
  • Civîna çaralî ya Moskowê; Sûrîye daxwazên ji Tirkîyê zêde dike

Tevî gellek raporên medyayên Tirkîyê têkildarî hevdîtina Wezîrên Karên Derve yên Tirkîye û Sûrîyê di demeke nêzîk di civîna çaralî ya Moskowê da, hin çavkanîyên sûrî ragihandin ku Şam heta dema ku garantîyên pêwîst ji Enqereyê wernegire, di wê civînê da beşdar nabe.

Moskow paytexta Rûsyayê yê sibê û dusbe mazûvanîya civîna Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Rûsye, Îran, Sûrîye û Tirkîyê bike ta ku bi vî awayî zemînesazî ji bo civîna Wezîrên Karên Derve yên wan welatana di çarçova hevdengkirina Şam û Enqereyê da bê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ‘Mewlûd Çavûşoglu’ Çarşema hefteya buhurî di civîna çapemenîyê ya hevpar digel hevtûşê xwe yê îranî ‘Hisên Emîr-Ebdullahiyan’ da li şarê Enqereyê got: Civînek dê li paytexta Rûsyayê were lidarxistin û wekîlên Wezîrên Karên Derve yên Îran, Tirkîye, Sûrîye û Rûsyayê yê tê da pişkdar bibin.

Rayedarên berevanîyê yên Şam û Enqereyê di dawîya sala buhurî da ji bo cara yekê piştî qutbûna peywendîyan a ji sala 2011an va, hevdîtin pêk anîn.

Di wê civînê da ku di 28ê Kanûnê da li Moskowê pêk hat, Wezîrê Berevanîyê yê Rûsyayê Sergeyî Şoygo, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akar û Wezîrê Berevanîyê yê Sûrîyê Elî Mehmûd Ebbas pişkdar bûn.

Tevî rapora medyayên Tirkîyê, Rojnameya Al Watan a Sûrîyê şeva buhurî di raporekê da pişkdarîya Sûrîyê di civîna çaralî ya Moskowê da dûr zanî.

Wê rojnameyê derheq hegera vê beşdarnebûnê da jî wiha nivîsî. Şamê hê garantîyên pêwîst ku ji bo pêşdebirina asayîkirina peywendîyan ji Enqereyê xwestibû, wernegirtîye.

Şam pêgirîyê dike ku Tirkîyê axa Sûrîyê dagir kirîye û divê ji rojava û rojhilata Firatê derkeve.

 

 

Serepeyv