Adar 11, 2023 09:37 Asia/Tehran
  • Sûrîye: Serederîya êrişkerane ya Israyîlê xetereke ciddî boistiqrara herêmê ye

Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li nivîsgeha NY û rêxsitinnê navnetewî yên li Vîyenê şeva buhurî di civîna Konseya Birayederên Ajansa Navnetewî ya enerjîya Atomî (IAEA) da got: Serederîya êrişkerane ya Israyîlê xetereek ciddî bo istiqrara herêmê ye.


Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li nivîsgeha NY û rêxsitinên
navnetewî yên li Vîyenê, Hesen Xezûr, di vê civînê da
herwiha got: Dijayetîya Rejîma Sîyonîst hibmerî hemî
destpêşxerîyên ramalîna rojavaya Asyayê ji çekên navokî
bûye sebe ku ev rejîma bibe gefek ji bo ewlehî û istirara
herêmê.

Hesen Xezûr herwiha got: Israyîl guhnedana ser nêrînên
Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî derbarê binkeyên
navokî yên wê da didomîne, eva jî gefek himber aştî û
ewlehîya navnetewî ye.
Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li nivîsgeha NY û rêxsitinnê
navnetewî yên li Vîyenê êrişa hewayî ya Israyîlê ya ser
taxekî Şamê ku di 9ê Sibatê da pêk hat û êrişa ser
baalfirgeha Helebê ku di sêşema buhurî da pêk hat anî
bîra pişikdarên vê civînê û xwest ku xala têkildarî
bicihannîa rêkevtinama garantîyên derheq Sûrîyê ji
destûrkara Konseya Biryarderan a Ajansa Navnetewî ya
enerjîya Atomî were derxistin.

Rejîma Sîyonîst di berbanga sêşema buhurî da ji alîyê
Deryaya Sipî li rojavaya Laziqîyê va, baalfirgeha navnetewî
ya Helebê da ber bombeyan.
Dewleta Sûrîyê bi caran di nameyn cida de tevî
şermezarkirina wan êrişana, ji NY û Konseya Emnî ya vê
rêxistinê xwestîye ku wan êrişana bidin sekinandin.