Mijdar 24, 2022 17:44 Asia/Tehran
  •  Êrişên Tirkiyê ser bakûrê Iraq û Sûriyê didomin

Artêşa Tirkiyê îro jî êriş bire ser hin navçeyên bakûrê Iraq û Sûriyê.

Li gorî nûçeya Fars Newsê, Di êrişa îro ya artêşa Tirkiyê ser bakûrê Iraq û Sûriyê navçeya Amêdî û gndên Secîr li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê û navçeya Til Temirê li bakûrê Sûriyê hatin bombebarankirin.

Roja bihurî jî artêşa Tirkiyê êrişa asimanî bire ser binkeya petrolê ya Şelhûmiyeyê li rojhilatê Qamişloyê.

Li pey vê êrişê agirekî mezin bi vê binkeyê ket.

Xulûsî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê duh got ku 471 cih li axa Sûriyê ketine ber êrişê.

Artêşa Tirkiyê ji şeva 19’ê Mijdarê ve êrişên hewayî û topbarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin; Tê gotin di van êrişan de herî zêde binesaziya herêmê dibin armanc.

Serepeyv