Hezîran 24, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • Ebdi:

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku Tirkiye hê jî peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê bin pê dike û ev tişt got, “Dewleta Tirkiyê polîtîkaya xwe ya komkujiyê didomîne."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê twîtterê der barê êrîşa hewayî ya Tirkiyê ya li dijî gundê Helincê yê Kobanê de daxuyaniyek da û wiha got: “Tirkiye hîn jî hiqûqa navneteweyî û peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê binpê dike, ku ew peyman bi piştgiriya Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence û Serokdewletê Rûsyê Vladîmîr Pûtîn ve hatin amadekirin û şertên ji bo rawestandin êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser herêma me destnîşan dikir." 

'WEZÎFEYA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ...' 

Ebdî, destnîşan kir ku rawestandina polîtîkayên paqijiya etnîkî û binpêkirinên Tirkiyê, di çarçoveya peymanên Cotmehê û hiqûqa navneteweyî de wezîfe û berpirsyariya Amerîka û Rûsyê ne û ev tişt got: “Beriya salvegera pêncan a komkujiya sala 2015'an ku 271 jin, zarok, extiyar hatin kuştin, sûîqesta li dijî aktîvîstên jin, êrişa li ser sivîlên li gundê Helincê û Kobanê dewama polîtîkaya komkujiyên li dijî Kurdan e."