May 28, 2020 09:27 Asia/Tehran
  • Rewşa Mihemedê Serê Kaniyê xirab e û alîkariyê dixwaze

Rewşa tendirustiya Mihemed Hemîd, ew zarokê 14 salî yê Serê kaniyê ku di êrîşa artêşa Tirkiyê ser Herêmên kurdî yên Sûriyê bi çekên fosforî hatibû birîndarkirin, xirab e û germaya Havînê laşê wî dişewitîne û pêwîstiya wî bi alîkariya lezgîn ve heye.

Li gor ragihandina Rûdawê, Mihemed Hemîd, yan jî weke ku bi Mihemedê Serê Kaniyê yan Mihemedê Birîndar tê binavkirin, sala bihorî di dema êrîşa li ser wî bajarî de, bi çekên fosforî yên qedexekirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst ên girêdayî Tirkiyê ve hatibû birîndarkirin.

Piştre li ser daxwaz û alîkariya serokê PDKê Mesûd Barzanî demekê li Fransayê çareseriya tendirustî jê re hate kirin, niha ligel malbata xwe li dibistaneke Hesekê dijî û gelek zehmetiyan dibînin.

Mihmed, ne tenê ji êş û azara xwe dinale, lê belê dilê wî bi ser dê û bavê wî de ye.

Pêwîstiya Mihemed û malbata wî, bi guhdaneke taybet û cihekî baş ji bo niştecîbûnê heye, lê heta niha ew li nav dibistanê dijîn.

Rewşa Mihemedê Serê Kaniyê pêwîst dike ku alîkariyeke guncaw pê re bê kirin, ji bo ku ligel zarokên hevtemenê xwe vegere jiyana lîstik, xweşî û şahiyê.