Îlon 13, 2019 17:53 Asia/Tehran
  • Amerîka dê 150 leşkeran bişîne bakura Sûrîyê

Amerîka dê bi mebesta çavdêriya ser Navçeya Aram a di navbera sînorê Sûrîyê û Tirkîyê de, 150 serbazên din bişîne bakura Sûrîyê. Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ`ê jî zêdtir ji 100 barhilgirên alîkariyên serbazî şandin bingehên xwe li deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê.

Rojnameya The New York Times a Amerîkayê, di raporteke xwe de ji zarê berpirsekî serbazî yê wî welatî ragihandiye, Wezareta Berevaniya Amerîkayê, amadekariya şandina 150 serbazên din ji bo bakura Sûrîyê dike.

Di raportê de hatiye gotin, ku biryar e ew hêza nû di demeke nêzîk de bigihe  Navçeya Aram li bakura Sûrîyê.

Bi gotina wî berpirsê serbazî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, Amerîka dê bi wan 150 serbazan, beşdarî proseya çavdêriya ser Navçeya Aram bibe û bi hêzên Tirkiyê re li deverên diyarkirî, gerrên hevbeş encam bidin.

Roja 8ê Îlonê bo yekemîn car, hêzên Amerîka û Tirkiyê bi hev re li bakura Sûrîyê gerrên hevbeş lidar xistin.

Di raporta wê rojnameya Amerîkî de hatiye gotin, ku Amerîka bi şandina wan serbazan û herwiha bi rêkeftinama ``navçeya aram``, hewl dide, hêzên Kurd ên li bakura Sûrîyê, ji gef û êrîşên Tirkiyê biparêze.

Ji hêla din ve çavkenîke ser bi opozsisyona Suriyê ve ragihand ku, Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞ`ê bêtir ji 100 barhilgir ji alîkaryên lojistîk û serbazî pêkhatî ji otombêlên leşkerî, alavên serbazî û tenkerên neftê bi rêya derîyê sînorî yê Sêmalka re şandin binke û bargehên xwe yên serbazî li bajarokê Til Bîdirye li parêzgeha Hesekê.

Ligorî rapora çavkanîyên ser bi opozosyona Sûrîyê,dû rojan berî niha jî Hevpeymanîya Navdelwetî zêdtir ji 250 barhilgirên alîkarîyên serbazî û lujsitîk derbasî navçeyên cuda yên di bin destê HSD`ê de û bingehên xwe li deverên Kurdnişîn kirin.