Hêzên yemenî êrişî balafirgeha Bin Goryon a Rejîma Siyonîst kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356034-hêzên_yemenî_êrişî_balafirgeha_bin_goryon_a_rejîma_siyonîst_kirin
Hêzên Çekdar ên Yemenê îro ragihandin ku operasyonek taybet dijî balafirgeha Bin Goryon a li Yafaya dairbûyî li dar xistin.
(last modified 2025-09-04T11:22:39+00:00 )
Îlon 04, 2025 15:34 Asia/Tehran
  • Hêzên yemenî êrişî balafirgeha Bin Goryon a Rejîma Siyonîst kirin

Hêzên Çekdar ên Yemenê îro ragihandin ku operasyonek taybet dijî balafirgeha Bin Goryon a li Yafaya dairbûyî li dar xistin.

Serokerkantîya Hêzên Çekdar ên Yemenê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo piştgiriya ji gelê Filistînê û di bersiva berayî himber êrişa Rejîma Siyonîst ser Yemenê de wan bi mûşeka balîstîk a ji cureya Zulfeqar êrişî balafirgeha Bin Goryon li bajarê dagirbûyî yê Yafayê kirin. Mûşek li armanc ket û hemî sîstemên radûkirinê yên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê nekarîn wê bişopînin û ev yek bû sedem ku bi mîlyonan siyonîst birevin stargehan û geştên ji balafirgeha Bin Goryon bên rawestandin.

Nesredîn Amir, endamê binavûdeng ê tevgera Ensarullaha Yemenê, jî got ku êrişên Yemenê ser dijminê siyonîst dê qet nerawestin û girantir bibin.