Azadkirina têkoşerekî libnanî ji zîndana Fransayê piştî 41 salî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355493-azadkirina_têkoşerekî_libnanî_ji_zîndana_fransayê_piştî_41_salî
Parêzerê Corc Ebdullah têkoşer navdar ê libnanî ragihand ku dadgeha Fransayê hikma azadkirina wî ku 41 salan di zîndana Fransayê da bûye, da û ew îro hat berdan.
(last modified 2025-07-25T13:55:45+00:00 )
Tîrmeh 25, 2025 12:42 Asia/Tehran
  • Azadkirina têkoşerekî libnanî ji zîndana Fransayê piştî 41 salî

Parêzerê Corc Ebdullah têkoşer navdar ê libnanî ragihand ku dadgeha Fransayê hikma azadkirina wî ku 41 salan di zîndana Fransayê da bûye, da û ew îro hat berdan.

Corc Ibrahîm Ebdullah têkoşerê navdar ê libnanî ku dijî Rejîma Sîyonîst xebat dikir, îro piştî 41 salan ji zîndana Fransayê hat azadkirin. 

Berî vîya hatibû ragihandin ku Corc Ebdullah yê sibê ango şemîyê ji zîndanê were berdan, lê parêzerê wî ragihand ku guhertina dema azadkirina Corc Ebdullah ji şemîyê bo înîyê bi armanca girtina pêşîya cejna pêşwazîya ji wî li Beyrûtê bûye.

Rêkxerên Kempêyna Netewî ya Azadîya Corc Ebdullah jî ji hemî libnanîyan xwestin ku di kombûna berfire ya gelanî da ku ji bo pêşwzzîya ji wî li cadeya balafirgeha Beyrûtê tê lidarxistin, beşdar bibin.