Mihemed Elî Hûsî: Me gelek vebijêr bona piştgiriya ji Xezzeyê hene
Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê bal kişand ser berdewamiya rawestana Yemenê li kêleka gelê Xezzeyê û hebûna vebijarkên zav ên hêzên çekdar ên Yemenê li dijî rejîma siyonîst û tekez kir ku Yemen dê bi tundî bersiva her êrişeke siyonîst an amerîkiyan bide.
Mihemed Elî El-Hûsî, endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê, ragihand ku jînosayda ku dijminê siyonîst li Xezzeyê dike, terorîzma giştalî û tevkujîya berdewam e û got: Terorîzma dijminê siyonîst û cinayetên wî dijî xelkê Xezzeyê bi piştgiriya Amerîka û Ewropayê di bêdengiya welatên erebî de cih tê.
El-Hûsî bang li welatên erebî û îslamî kir ku li dijî cinayetên dijminê siyonîst helwestek zelal bigirin û got: Îro êriş ser Xezze, Sûriye û Lubnanê hatiye kirin sibê jî dora Misir, Urdun û welatên Konseya Hevkariya Kendava Farsê ye.