Tîrmeh 16, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • Dewama komployên Rejîma Sîyonîst ên tomarkirina warên misilmana ser navê cihûyan

Hevdem digel êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê, kiryarên hovane yên rejîmê li rexê rojavaya çemê Urdinê jî didomin û leşkerên siyonîst êrişî deverên curbicur yên herêmê dikin û planên tomarkirina navendên olî ser navê cihûyan, ji wan mizgefta hezretê Ibrahîm li El Xelîlê jî, dişopînin.

Çavkaniyên filistînî derbarê êrişên leşkerên siyonîst  ser deverên curbicur yên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê de agahî dan. Van çavkaniyan ragihandin: Leşkerên siyonîst  bi êrişa ser  bajarokê Ezna"yê nêzîkî  El-Xelîlê li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê kolana sereke ya bajêr girtin û rê nedan filistîniyan ku li vir  hatûçûyînê bikin.Piştî vê êrişê, pevçûnek derket û hêzên dagirker bi guleyên cengê u bombeyên dengan û gaza rondikrêj êrişî  sivîlan kirin ku di encamê de ciwanekî 17 salî ji lingê xwe va birîndar bû. 

Vê sibê jî hêzên siyonîst li bajarê Ramullahê li navenda Rexê Rojavaya Çemê Urdinê jî êrişî taxekê kirin û gule ber bi otomobîlan va reşandin. 

Serepeyv