Rêberê Ensarullahê: Civaka cîhanî şahidê jînûsayda li Filistîna Dagirkirî ye
Serokê Tevgera Ensarullah a Yemenê amajeyî cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan kir û pêgîrî kir ku civaka cîhanî şahidê jînûsayda li Filistîna Dagirkirî ye.
Seyîd Ebdulmelik Bedredîn El Hûsî, serokê Ensarullaha Yemenê got: Di vê hefteyê de karesat û cinayetên hovane pêk hatin ku kujerê siyonîst li ber şavên hemû xelkê cîhanê ev cinayet cih anîn. Wî got: Ev niwşa wê bibe şahidê riswatiya herî mezin û têkçûna herî bi serşorî ya civaka cîhanî; Em şahidê mirina wîjdanê mirovantiyê ne û civaka cîhanî şahidê jînûsayda li Filistîna Dagirkirî ye. Wî destnîşan kir: Rejîma Dagirkir jinên ducanî û zarokên wan di halekî da ku birçî bûn, kuşti. Kîjan dinya îdiaya şaristaniyetê dike di halekî da ku bi sed hezaran zarok di hesretê da ne pariyek nan bi dest bixin û nikarin şîr vexwun?
Rêberê Ensarullahê pêgîrî kir: Dijminê siyonîst hewldanên xwe ji bo koçberkirina filistîniyan bi armanca pêkanîna rewşeka bêyî hewcetiyên tendirustiyê didomîne û bi şehediya xelkê û rêxistinên navnetewî, dijmin birçîtiyê û telikên mirinê ji bo jînûsaydê bi kar tîne. Seyîd Ebdilmelik Hûsî herwiha got: Welatên rojavayî her alavek ji bo komkujî û jînûsaydê bim kar aniye û bi van alavan piştgîriya kujerên xwunrêj ên siyonîst kiriye. Amerîkayay zorbêj pişta siyonîstan digire û beşdarî operasiyonên wan dibe di halekî da ku îdia dike di bereya pêşîn a civaka mirovantiyê de ye. Wî herwiha got: Bombebaran û kawilkirin, xelkê Xezzê neçar kiirye di cihên pirr biçûk de kom bibin û hema ev yekla bûye sedema acizbûna wan û qeyranên ji hêla tendirustiyê ve.