Adar 28, 2025 15:16 Asia/Tehran
  • Berdewambûna êrişên sîyonîstan ser Zahîyeya Libnanê

Artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker ji vê sibê va çend caran deverên curbicur ên Zahîye li başûra Beyrûtê da ber bombeyan.

Hevgavê êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker ser Zahîyê li başûra Beyrûtê, balafirên cengê yên artêşa vê rejîmê jî êrişî bilindahîyên Cibûrê kirin û Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê jî ragihand ku nêzî 10 kes di encama êrişên hanê da birîndar bûn. 

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku xwofirrên artêşa Rejîma Sîyonîst 3 caran êrişî avahîyekê li Zahîyê kirin.

Çavkanîyên nûçeyan herwiha ragihandin ku ev cara yekem e ku artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker piştî 4 mehan dîsan Zahîyê dide ber bombeyan. 

Serepeyv