Adar 28, 2025 16:55 Asia/Tehran
  • Parlimaneterkî Hizbullahê: Bila destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst bên sekinandin

Parlimanterekî Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku destdirêjîyên hovane yên Rejîma Sîyonîst nikarin bên domandin.

Ibrahîm Mûsewî parlimanterê Fraksyona Wefadarîya bo Berxwedanê li parlimana Libnanê îro wek berteka himber binpêkirina berdewam a serwerîya Libnanê ji hêla Rejîma Sîyonîst va û êrişa ser Zahîyeya Başûr a Beyrûtê got: Divê hikûmet ji gel ra zelal bêje ku ji bo sekinandina binpêbûna berdewam a serwerîya Libnanê çi kirîye. Mûsewî herwiha got: Destdirêjîyên hovane yên Rejîma Sîyonîst nikarin bên domandin. 

Rejîma Sîyonîst di çend rojên buhurî da êrişên ser gundên başûra Libnanê û herêma Buqayê zêde kirîye û di encama êrişên hanê da çend kes şehîd û birîndar bûne. 

Serepeyv