Rejîma Siyonîst 9 binkeyên leşkerî li axa Sûriyê çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353342-rejîma_siyonîst_9_binkeyên_leşkerî_li_axa_sûriyê_çêdike
Rejîma Siyonîst biryara vê rejîmê ji bo dagîrkirina demdirêj a axa Sûriyê aşkera kir û ragihand ku Îsraîl 9 binkeyên leşkerî li axa Sûriyê çêdike.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 11, 2025 14:31 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst 9 binkeyên leşkerî li axa Sûriyê çêdike

Rejîma Siyonîst biryara vê rejîmê ji bo dagîrkirina demdirêj a axa Sûriyê aşkera kir û ragihand ku Îsraîl 9 binkeyên leşkerî li axa Sûriyê çêdike.

Rejîma Siyonîst pilan darêştiye ku di sala 2025`an de li Sûriyê bimîne; Nika sê tîpên leşkerî di vê navçeyê da ne. Artêşa Rejîma Siyonîst di roj û hefteyên derbasbûyî de êrişî navçeyên curbicur ên Sûriyê bi taybet li bajarê Şamê û dorhêla wê kirine. Artêşa rejîma Siyonîst hevgavê van êrişên hewayî bi bikaranîna narewa ya liv û tevgerên li Sûriyê, ji erdê ve jî derbasî hin navçeyan li başûrê vî welatî bi taybet bajarê Quneyterê bûye.