Pevçûna polîs û xwenîşanderan li Têlavîvê
Sibat 11, 2025 14:34 Asia/Tehran
Bajaroknişînên Siyonîst li Têlavîvê xwenîşandan li dar xistin û li hember astengîderxistina Rejîma Siyonîst li ser rêya cihatina hevhatinameya agirbesê û bi hevreguherîna girtiyan nerazîbûna xwe nîşan dan.
Polîsê Rejîma Siyonîst êrişî xwenîşanderan kir û bi van re kete şerr û pevçûnê. Xwenîşanderên hêrsbûyî, kolana Eyalonê li Têlavîvê girêdan û daxwaza cihatina hemû qonaxên hevhatina bi hevreguherîna dîl û girtiyan kirin. Ji ber pêbendnebûna Rejîam Siyonîst li xalên hevhatina agirbesê li Zîvala Xezzê, radestkirina hejmarek ji girtiyên Rejîma Siyonîst hatiye paşdaxistin.