Qonaxa çarem a pevguhertina girtiyan, serbestberdana sê girtiyên Îsraîlî berdêla 183 hêsîrên filistînî
Di qonaxa çarem a pevguhertina girtiyan di navbera Rejîma Siyonîst û tevgera Hemasê de, îro sê girtiyên siyonîst berdêla berdana 183 girtiyên filistînî hatin berdan.
Tabûrîn Îzzeddîn El-Qessam baskê leşkerî yê tevgera Hemasê îro du girtiyên din ên siyonîst li başûrê Xezzeyê radestî nûnerên Rêxistina Navneteweyî ya Xaça Sor kirin.
Tabûrîn Îzzeddîn El-Qessam îro sêyem girtiyê siyonîst jî radestî nûnerên Komîteya Xaça Sor li bendera bajarê Xezzeyê kirin.
Nivîsgeha Ragihandina Karûbarên Girtiyên Filistînî jî şeva Înê ragihand ku Rejîma Siyonîst di qonaxa çarem a pevguhertinê li gor rêketina agirbesê de yê 183 girtiyên filistînî azad bike. Ji van kesan,111 girtiyên xelkê Xezzeyê ne ku piştî 7ê Cotmeha 2023an hatibûn hêsîrkirin.
Îro jî Hamasê di dema radestkirina girtiyên siyonîst,, wêneyê şehîd El-Zêyf û hevrêyên wî li cihê radestkirina girtiyan danîbûn. Tevgera Hemasê, bal kişand ser wê yekê ku amadebûna girseya gel û piştgiriya ji pevguhertina girtiyan rapirsiyeke rastîn e û tekez kir ku danîna wêneyê şehîd El-Zêyf û biraderên wî li meclisa leşkerî li cihê radestkirina girtiyên siyonîst peyama soz û emegdariyê ye ku mêrên El-Qessam li ser piyan in û dê vê rêyê temam bikin.
Di qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan de 3 girtiyên jin ên siyonîst berdêla berdana 90 filistîniyan, li qonaxa duyemîn jî 4 girtiyên jin ên siyonîst bi 200 kesan û li qonaxa sêyem jî 3 girtiyên jin ên siyonîst berdêla 110 filistîniyan hatin berdan.