Kanûn 31, 2024 18:06 Asia/Tehran

Zengilên xeterê careka din nêzî du mîlyon siyonîstan ber bi sitargehan ve kişandin.

Medyayên Ibrî sibeha îro basa lêxistina zengila xeterê û çalakbûna sîstima berevaniya hewayî ya artêşa Rejîma Siyonîst li bajarê Têlavîvê û navçeyên nêzî wê û sekinîna firrînan ji qada hewayî ya Bên Goryonê li dû êrişên mûşekî yên Yemenê kirin.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê îro bi weşandina peyamekî ragihand ku du operasiyonên mûşekî yên serketî dijî Erdên Dagirkirî cih anîne. Li gorî gotina Yehya Serî, artêşa Yemenê di yekemîn operasiyonê de, qada hewayî ya Bên Goryonê da ber mûşeka balistîk a  haypêrsonîk a Filistîn2`ê û di operasiyona xwe ya duyemîn da jî hêzgeha elekterîkê ya li başûrê Qudsa Dagirkirî daye ber mûşeka balistîk a Zulfeqarê.

Artêşa yemenê herwiha basa jordaçûna amadetiya leşkerî ya ji bo sekinîna li hemeber her cure gefa ji aliyê Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ve kiriye.

Eva di halekî da ye ku kanala El mesîre ya yemenê sibeha îro basa êrişa hewayî ya Amerîka û Îngilîsê ser navçeya Tehtiyayê li bakûrê Hudeyîdê kiribû. Di encama van êrişan de 6 taxên Senayê bombebaran bûne ku yek ji wan dijî binkeya berê ya lîwaya zirixî ya yekê ya hêzên çekdar ên Yemenê bûye.

Medyayên ser bi Ensarullaha Yemenê jî ragihandine ku di vê êrişê de komavahiyek li Senayê bûye hedef. Destdirêjiya balafirên cengê yên amerîkî û îngilîsî ser paytexta yemenê hîna jî didome.

Serepeyv