Generalê siyonîst: Em li Xezzeyê berdêleke giran didin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352519-generalê_siyonîst_em_li_xezzeyê_berdêleke_giran_didin
Generalekî siyonîst tekez kir ku Îsraîlê armancên xwe li Xezzeyê pêk nenaîne û berdêlê dide.
(last modified 2024-12-16T11:23:05+00:00 )
Kanûn 16, 2024 14:45 Asia/Tehran
  • Generalê siyonîst: Em li Xezzeyê berdêleke giran didin

Generalekî siyonîst tekez kir ku Îsraîlê armancên xwe li Xezzeyê pêk nenaîne û berdêlê dide.

 Hîzî Nehmah, generalê berxizmet ê artêşa Rejîma Siyonîst di axiftinekê de got:Rast e me destkevtên  taktîkî yên zêde li  Xezzeyê hebûne lê em bê armanc berdêlên giran didin.

Wî tekez kir ku tevgera Hemasê ser Zîvala  Xezzeyê sedest e û carek din me xwe vejiyandiye.

Pêştir berdevkê berê yê artêşa Rejîma Siyonîst di axiftinekê de  li xwe mikur hat ku ev  Rejîma negihiştiye tu yek  ji armancên xwe yên şerê li Xezzeyê.

Çend rojan berê serokê Rejîma Siyonîst Îshaq Hertzog, işkesta vê rejîmê derheq azadkirina hêsîrên xwe li  Xezzeyê wek işkestekê bo Telavîvê da zanîn û got: Em heta ku girtiyên xwe azad nekin me işkest xwariye.