Vekişîna artêşa Rejîma Sîyonîst ji başûra Libnanê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352468-vekişîna_artêşa_rejîma_sîyonîst_ji_başûra_libnanê_dest_pê_bû
Fermandetîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku Rejîma Sîyonîst li gorî rêkevtinameya agirbesê dest bi vekişandina hêzên xwe ji başûra Libnanê kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 12, 2024 14:40 Asia/Tehran
  • Vekişîna artêşa Rejîma Sîyonîst ji başûra Libnanê dest pê bû

Fermandetîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku Rejîma Sîyonîst li gorî rêkevtinameya agirbesê dest bi vekişandina hêzên xwe ji başûra Libnanê kir.

Fermandetîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê; CENTCOMê di daxûyanîyekê da ragihand ku ev, pêngaveke berayî û girîng di bicihanîna biryara sekinandina dayimî ya pevçûnan da ye û zemîneyê ji bo pêşketinên zêdetir saz dike.

Necîb Mîqatî Serokwezîrê Libnanê jî got ku bicihbûna hêzan li deverên Xîyam û Merceîyonê pêngava bingehîn ji bo xurtkirina bicihbûna artêşê li başûra welêt ji bo pêkanîna rêkevtinameya agirbsê nîşan dide.

Wî herwiha ji Israyîlê xwest ku dawî li binpêkirinên agirbesê ku duh di encama wan da hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, bîne. û pêgirî kir: Pêwîst e ku Israyîl ji hemî navçeyên dagirkirî vekişe.