Ketina tankên îsraîlî nav Quneytera Sûriyê
Rejîma siyonîst destdirêjiyên xwe li başûrê Sûriyê berdewam kir û tankên vê rejîmê çend kîlometran li Quneytrayê da bi pêş de çûn.
Tankên Rejîma Siyonîst nêzîkî du û nîv heta sê kîlometran derbasî kûrahiya axa Sûriyê li Quneyterê li başûrê Sûriyê bûne.
Kanala 14 an televîzyona Rejîma Siyonîst jî li xwe mukir hat ku ev rejîm ji bêistiqrariya navxweyî li Sûriyê û berfirekirina dagirkeriya xwe li Golanê îstifada xirab dike.
Tel Avîvê 2 armanc kivş kirine: Ya yekem jinavbirina hêza stratejîk a artêşa Sûriyê û ya duyem jî ketina nav navçeya navbirr li Golanê.
Çavkaniyên nûçeyan jî ragihandine ku Rejîma Siyonîst a dagirker bi dagirkirina Cebel El-Şêyxê, destdirêjiyek mezin ser axa Sûriyê pêk aniye û nêzîkî 14 kîlometran derbasî nav axa Sûriyê bûye.