Binpêkirina agirbesê ji aliyê dagikeran ve
Endamê Polîtboroya siyasî ya Hizbullaha Lubnanê got: Leşkerên dagîrker ên Rêjîma Siyonîst zêdetir ji 100 caran agirbesa li Lubnanê binpê kirin.
Qalib Ebû Zeyneb diyar kir ku Berxwedana Îslamî ya Lubnanê dê li hemberî her cure kiryareke destdirêjkerane ya Rejîma Siyonîst de bi hêz û qawet raweste. Wî her wiha got Hizbullah xwediyê hêza mûşekî û xwefiran ya zêde ye û tam di amadetiyê de ye.
Medyaya Lubnanî jî şeva Duşemê ragihand ku hêzên dagîrkir ên Rejîma Siyonîst bi binpêkirina agirbesa li Lubnanê, zêdetir ji 30 deverên vî welatî bombebaran kirin.
Hevgavê pêknaîna agirbesê encamên rapirsiyan li erdên dagirkirî jî nîşan dan ku piraniya bajaroknişînên cihû di wê baweriyê de ne ku Rejîma Siyonîst nekarî Hizbullahê işkest bide.