Dewama binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352371-dewama_binpêkirina_agirbesê_ji_aliyê_rejîma_siyonîst_ve
Wezîrê Tendrsutiyê yê Lubnanê di halekî de hejmara şehîd û birîndarên êrişên Rejîma Siyonîst ser vî welatî ragehand ku binpêkirina agirbesê ji aliyê leşkerên Rejîma Siyionîst ve berdewam dike.
(last modified 2024-12-04T11:22:12+00:00 )
Kanûn 04, 2024 14:46 Asia/Tehran
  • Dewama binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve

Wezîrê Tendrsutiyê yê Lubnanê di halekî de hejmara şehîd û birîndarên êrişên Rejîma Siyonîst ser vî welatî ragehand ku binpêkirina agirbesê ji aliyê leşkerên Rejîma Siyionîst ve berdewam dike.

Feras El-Ebyez ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser Lubnanê gihîştiye 4 hezar  û 470 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 16 hezar û 638 kesan.

Wî her wiha got: Hejmara nexweşxaneyên ku ji aliyê artêşa dagîrker ve ketine ber êrişan, gihîştiye 67an, ku 40 ji wan rasterast bûne armanca êrişan. Eva di halekî de ye ku çavkaniyên nûçeyan ên Lubnanê derbarê gullebarana derdora  bajarokê Heltayê li beşa Hasîbayê li başûrê Lubnanê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve agahî dan.

 Hevgav çavkaniyên medyayê Lubnanê derbarê ketina artêşa Siyonîst bi piştgiriya tankên Merkava bo nav Yaron û hevdem liv û tevgerên dagirkeran li nav Maron El-Ras û her wiha liv û tevgerên ber bi Ş bajarê Bint Cebîlê agahî da. Leşkerên siyonîst malên  xelkê li rojhilat û başûrê bajarokê El-Xeyamê teqandin.