Tebax 12, 2024 10:09 Asia/Tehran
  • Avêtina herîkêm 30 mûşekan ji Lubnanê ber bi bakurê Filistîna dagirkirî

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wek berteka li himber êrişên Rejîma Siyonîst ser gund û malên xelkê bi taybet bajaroka Merûbê li başûrê Lubnanê, yek ji baregehên artêşa Îsraîlê li bakurê Filistîna dagîrkirî daye ber mûşekan.

Mêdya Rejîma Siyonîst vê sibê piştî lêxistina şîrrênên xeterê  derbarê  avêtina herîkêm 30 mûşekan ji Lubnanê ber bi bakurê Filistîna dagirbûyî xwe li xwe mikur hat.Medya Îsraîlî di raporên xwe de, her wiha êrişa bi mûşekan ya vê sibê ji Lubnanê ber bi bakurê Filistîna dagîrkirî ve ne asayî û bêmînak da zanîn û ragihand ku dengê teqînê li Nahariye û derdora wê hat bihîstin.

Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirinê ya Rejîma Siyonîst  derbarê şewata li  El-Celîl El-Qerbî piştî ketina mûşekê li xwe mikur hat.

Malpera Îsraîl Heyûmê jî ragihand ku ev êriş 8 bajarokên li  El-Celîl El-Qerbî  girtiye ber xwe.Berxwedana Îslamî ya Lubnanê piştî van raporan bi daxûyaniyekê derbarê êrişa ser baregeha nû ya fermandetiya leşkirê 146 an artêşa Rejîam Siyonîst li navçeya  Ceitûnê li bakurê Filistîna dagirkirî  bi hejmarek ji mûşekên Kaiyûşa agahî da.

 

Serepeyv