Hezîran 24, 2024 08:18 Asia/Tehran
  • Rayedarê Siyonîst: Şerê bi Hizbullahê dê aloz be

Serokê Komîteya karûbarên derve û leşkerî ya Kênsêta Rejîam Siyonîst, şerê bi hizbullahê re aloz û lihevaliyanî bi nav kir.

Yuli Edeliştayn, serokê Komîteya Karûbarên Derve û Leşkerî ya Knessetê (Parlemana Rejîma Siyonîst) bal kişande ser aloziya şerê bi Hizbullahê re û hişyarî da ku Telavîv  boan derbasbûna nav şerê li du bereyên bakurî û başûrî di rewşeke baş de nîne.Pêştir Êlî Kohên, wezîrê enerjiyê yê Rejîma Siyonîstî gotibû ku gera şerekî berfireh bi Hizbullahê re derkeve navendên enerjiyê  dê di bin metirsiyê de bin.Di çend hefteyên borî de, bi gurrbûna aloziyan li sînorên navbera Lubnan û Filistîna dagirkirî û berdewamiya êrişên mûşekî û topxaneyî yên Hizbullahê ser meqerên  Rêjîma Siyonîst, tirs û dilnîgeraniya siyonîstan ji hitmala derketina şerekî din li  zîvala Xezeyê  zêde bûye.Ji aliyê  din ve Hizbullaha Lubnanê ragihand ku bi armanca piştevaniya ji xelkê Xezeyê û berxwedana Filistînê û herwiha berteka li hember operasiyona terorîstî ya Rejîma Siyonîst li navça El-Xiyareyê, têkoşerên Berxwedana Îslamî ya Lubnanê bi xwefira întiharî navenda fermandariya tabûra El-Sehlê li baregeha Beyt Hillelêdan ber êrişan. 

 

Serepeyv