Rayedarê Hizbullaha Lubnanê: Şerê bi Îsraîlê re dê şerê dawiyê be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i348659-rayedarê_hizbullaha_lubnanê_Şerê_bi_Îsraîlê_re_dê_şerê_dawiyê_be
Berpirsekî Hizbullaha Lubnanê tekez kir kukesên ku vê partiyê bi şer tehdîd dikin, haje îmkan û şiyanên rastîn yên Hizbullaha Lubnanê nînin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Hezîran 08, 2024 07:30 Asia/Tehran
  • Rayedarê Hizbullaha Lubnanê: Şerê bi Îsraîlê re dê şerê dawiyê be

Berpirsekî Hizbullaha Lubnanê tekez kir kukesên ku vê partiyê bi şer tehdîd dikin, haje îmkan û şiyanên rastîn yên Hizbullaha Lubnanê nînin.

Newaf El-Mûsewî, berpirsê dosiya çavkanî û sînoran li berxwedana Îslamî ya Lubnanê, bal kişand ser şiyanên Hizbullaha Lubnanê û  teqez kir ku şerê dahatî bi Israîlê re şerê dawiyê yê Rejîma Siyonîstî e.Ger şerek biqewime dê şerê dawiyê bo wan be. 

El-Mûsewî pesna wêrektiya berxwedana Filistînê li Xezeyê da û got: Berxwedana Filistînê piştî şerê 8 mehan, êrişên xwe yên li dijî dijmin didomîne û derbeyên giran li dijmin dixe. Ger birayên me  li Xezeyê dest bi operasyona bahoza El-Eqsayê nekirana, meseleya Filistînê wek îro nedibû mijare cîhanî. Karê berxwedana Filistînê bertekek bû li hember dagirkeriya Îsraîlê û tiştê ku Îsraîl îro kiriye û dike. jînosayd e.