Çile 06, 2024 10:43 Asia/Tehran
  • Êrişên curbicur ên Hizbullaha Lubnanê ser meqerên dagirkiran

Hizbullaha Lubnanê çend meqerên leşkerênn siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî dan ber êrişan ku di encamê de dagirkeran ziyanên canî dîtin.

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku têkoşerên berxwedana Îslamî meqera Birkê Rişayê dan ber topan ku di encamê de, hejmarek ji hêzên dagîrker ên siyonîst rasterast ketin  ber êrişan. 

Hizbullahê her wiha  ragihand ku bi mûşekên Berkan meqerên hêzên dagirker ên li derdora  meqera leşkerî ya El-Zehîreyê dae ber êrişan û di encamê de ziyanên canî li  hêzên dagirker dane.

Nûçegihanê El Cezîrê ragihand ku 6 mûşek ber bi baregehên siyonîstan li navça  Îsbe el Celîl li bakurê erdên dagirbûyî hatin avêtin.

Li navçeya Kiryat Şemûne û navçeyên din ên herêma El-Celîl Olyayê  dîsa  jî zengila xeterê hat lêdan.

Rojnameya  ibrîziman  aHa'aretzê ragihand: 8 mûşek ji başûrê Lubnanê ber bi bajarokê siyonîstnişîn ê Kiryat Şemûne li bakurê navçeyên dagirbûyî hatin avêtin. .

 

Serepeyv