Mijdar 27, 2023 17:06 Asia/Tehran
  • Mîqatî: Em daxwaza aştiyê dikin, lê em li dijî dagirkirina axa Lubnanê ne

Piştî êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê, serokwezîrê pêşdebirina karûbarên vî welatî, dijberiya xwe li hember binpêkirina serweriya welatê xwe nîşan da.

Necîb Mîqatî serokwezîrê  pêşdebirina karûbarên  Lubnanê got: Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin, lê di heman demê de em naxwazin ti kes destdirêjiyê li ser axa me bike.

Mîqatî diyar kir: Prensîbên pevçûnên li ser sînorên başûrî yên di navbera Lubnan û Îsraîlê de wek xwe dimînin, lê ti garantiyên navdewletî yên piştrastkirî, tinene.

Mîqatî her wiha got: Bi vê  morela cinayetkarane ku dijminê Îsraîlî zarok, jin û kal û pîran dikuje, koçber dike û wêran dike, çi garantî dikare bê dayîn? Em her roj van êrişan li Xezeyê dibînin û tu kes guh nade vê yekê û tu bersiveke navneteweyî jî nîne.

Serokwezîrê pêşdebirina karûbarên  Lubnanê diyar kir: Em tam piştgiriyê didin doza Filistînê  lê em hewl didin ku Lubnanê ji nakokiyên  bixîwn dûr ragirin.

 

Serepeyv