Daxwaza 9 welatên Ereb ji Konseya Ewlhiyê ji bo agirbesa li Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i344419-daxwaza_9_welatên_ereb_ji_konseya_ewlhiyê_ji_bo_agirbesa_li_xezeyê
Wezîrên karên derve yên 9 welatên Ereb bi daxuyaniyeke hevpar ji Konseya Ewlehiyê ya NY re xwestin ku demildest li Xezzeyê agirbes were ragihandin.
(last modified 2023-10-26T11:48:05+00:00 )
Çirî 26, 2023 15:16 Asia/Tehran
  • Daxwaza 9 welatên Ereb ji Konseya Ewlhiyê ji bo agirbesa li Xezeyê

Wezîrên karên derve yên 9 welatên Ereb bi daxuyaniyeke hevpar ji Konseya Ewlehiyê ya NY re xwestin ku demildest li Xezzeyê agirbes were ragihandin.

Li gorî rapora Fars News`ê, wezîrên karên derve yên 9 welatên erebî bi daxûyaniyek hevpar ji Konseya Ewlehiyê xwestin ku agirbesek bilez û mayînde li Xezzeyê were ragihandin. Her wiha hat ragihandin wezîrên karên derve yên Misir, Urdun, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Uman, Kuweyt, Behreyn û Mexribê di daxuyaniyeke hevpar de li ser şermezarkirina her cure êrişa ser  sivîlan û şandina bilez a alîkariyên mirovî teqez kirin.

Di vê daxûyaniyê de ser  şermezarkirina siyaseta cizakirina komî û koçkirina bi zorê ya filistîniyan, ku hema wek binpêkirina qanûnên navneteweyî ye, hatiye tekezkirin.