Tîrmeh 28, 2023 10:59 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Pêla Berxwedanê li navçeyê zindî ye

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di axaftina rêûrisma şeva Aşûraya Îmam Hisên (S) li Beyrûtê, got: Tecrubeya Berxwedanê li Libnanê nîşan da ku pêla Berxwedanê li navçeyê zindî ye.

Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di rêûrisma şeva Aşûraya Îmam Hisên (S) li Zahîyeya başûrê beyrûtê tevî amajeya bi dersên jibîrnebûyî yên îsar û fîdakariya Îmam Hisên (S) got: Beşeke mezin a gengeşeyên heyî li Libnan û Cîhanê têkildarî gengeşeya zilhêzan li ser desthilat û rêbertiyê ye.

Nesrullah di merasima Tasû'aya Îmam Hisên (S) da tevî tekezioya ser dersên îlhamder ên bûyera Tasûa û Aşûraya Îmam Hisên (S) li koma şîndarên vî îmmî got: Gellek şerên ku di heyama dîrokê da qewimîne, bi behaneya nakokî û gengeşeya li ser xwedîderketina li xenîmetan, enerjî, nift, serdestiya li bazar û enerjiyê pêk hatine û ev gengeşe ti wextî bi armanca rewacdana dadmendî û yeksaniyê di navbera mirovan da neqewimîne.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê bal kişande ser hokarên paş perdeya gurrkirina şêrr di dirêjahiya dîrokê da û got: Bijareyên siyasî û aborî hertim hokarên gurrkirina şêrr di heyama dîrokê da ji bo dabînkirina berjwendiyên xwe yên dinyayî bûne.

Seyid Hesen Nesrullah tevî sipasiya ji rola malbatên şehîdên Libnanê û berxwedan û sebira wan di şopandina mekbeta Îmam Hisên (S) da, tekez kir: Em hertim şehedê berxwedan, fîdakarî û sebra malbatên şehîdan li hemberî dijminan bûne û tevahiya van pisgirêkên ku me di heyama berxwedana xwe dijî dijmin da dîtine, dûhatên bimbarek ên zehf di rêya Berxwedanê da ji hêla çendanî û çawaniyê zêde kirine.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê tekez kir: Eger niha Îmam Hisên (S) daxwaza yarmetiyê û hogiran bikira, dê têkoşerên mêr û jin ew bi tenê nehîştana û gel divê moral xwe ya bawerî û cîhadê biparêze.

Nesrullah bal kişande ser bawerî û pêla zindî ya îsar û têkoşînê ya Berxwedana Libnanê û got: Pêla Berxwedanê li navçeyê zindî û amadeyî îsar û şehaetxwaziyê û cîhada dijî destdirêjkeran e.

 

Serepeyv