Emîr Ebdulahyan Gihêşt Kuwêytê
Wezîrê karên Derve yê Îranê dê sêwemîn meqseda sefera xwe ya welatên derdora Kendava Farsê piştî sefera Qerter û Umanê gihêşt Kuwêytê.
Huseyn Emîr Ebdulêhiyan, Wezîrê karên Derve yê Îranê bi şandeke siyasî re û di sêwemîn meqseda sefera xwe ya Welatên dredora Kendava Farsê û piştî sefera Qeter û Umanê gihêşt Kuweytê û ji aliyê Şêx Salim Ebdullah El-Sebah Wezîrê Derve yê Kuweytê va hat pêşewazîkirin.
Pişt re Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokwezîrê Kuweytê re hevdîtin pêk anî û derbarê meseleyên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kir.
Huseyn Emîr, Wezîrê karên Derve yê Îranê û Şêx Salim, Ebdullah El-Cabir El-Sebah, Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê 22 Adara buhurî drebarê demajoya têkiliyên dualî û hin meseleyên navçeyî bi riya telefonê gotûbêj kiribûn.