May 04, 2023 11:54 Asia/Tehran
  • Xwefirra Rejîma Siyonîst li Nablusê hat jordaxistin

Çavkaniyêln filistînî qala jordaxistina xwefirreke Rejîma Siyonîst li bajarê Nablusê yê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin.

Têkoşerên Berxwedanê îro Pêncşemiyê xwefirreke Rejîma Siyonîst li qada asimanî ya Nablusê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê xistin xwarê û digel leşkerên dagirker li taxên cûrbicûr ên vî bajarî ketin pevçûnê.

Leşkerên Rejîma Siyonîst bi êrîşa berfireh ser bajarê Nablusê malek dan ber êrîşa mûşekî.

Di êrîşa leşkerên Rejîma Siyonîst ser beşa qedîm a Nablusê da, herî kêm sê filistînî ji wan du kes ji birîndarên operasyona dije-siyonîstî ya El Hemrayê li Exwarê şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn. 

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku heta niha meytê du şehîdan ji bin kaviln du malên ku siyonîstan ew dan ber dorpêç û êrîşê, hatine derxistin û bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Çavkaniyên filsitînî qala qewimîna pevçûnên giran ên çekdarî li derdora mala dorpêçkirî kirin ku di van pevçûnan da herî kêm heşt filistînî birîndar bûn.

Ji aliyê din va, leşkerên siyonîst maleke din ku ayîdî şehîd Muhemed Ezîzî ye, dorpêç kirine.

Leşkerên Rejîma dagirker her wiha du taxêîn Yasemîne û Fatimiyeyê li beşa qedîm a Qudsê dorpêç kirine û rê li ber derbasbûna hêzên alîkarîgihên ji bo dermankirina birîndaran digirin.

Niştecihên Nablusê wek berteka li hemberî vê cinayeta rejîma dagirker, greva seranserî ragihandine.

Rewşa van rojan a erdên dagirbûyî nemaze Rexê Rojavayê Çemê Urdinê gelekî taybet e û têkoşerên filistînî bi her amûrekê bersiva cinayetên zehf ên siyonîstan didin û vê yekê rewşeke taybet ji bo siyonîstan pêk aniye.

Serepeyv