Adar 20, 2023 17:28 Asia/Tehran
  • Bûyera belavbûna niftê li rojavayê Kuweytê; Rewşa Awarte hat ragihandin

Kompaniya Niftê ya Kuweytê qala ragihandina Rewşa Awarte li pey bûyera belavbûna niftê li rojavayê vî welatî kir.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, “Qesî Amir” Berdevkê Kompaniya Niftê ya Kuweytê bi daxuyaniyekê ragihand ku li pey bûyera belavbûna niftê, rewşa awarte hatiye ragihandin.

Amir tekez kir: Ji ber vê bûyerê ti ziyan û zirarek tinebûye û operasyona berhemanînê neketiye bin bandorê û ti gazeke jehrî jî nehatiye tomarkirin.

Berdevkê Kompaniya Niftê ya Kuweytê her wiha got: Tîmên teknîkî li Kompaniya Niftê ya Kuweytê çûne cihê bûyerê û Kompaniya Niftê ya Kuweytê dê pêvajoyên herî nû ragihîne.

 

 

Serepeyv