“Netanyahû tayînkirinên ji bo postan bi hevahengiya hevjîna xwe pêk tîne”
Wezîrê berê yê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst qala destwerdana hevjîna serokwezîrê vê rejîmê di gelek tayînkirinên postên hikûmetê da kir û got: Netanyahû tayînkirinên di kabîneya nû da bi hevahengiya hevjîna xwe pêk tîne.
Avigdor Lieberman Wezîrê berê yê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst aşkira kir ku rola Sare Netanyahû, hevjîna Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Israîlê di gellek tayînkirinên hikûmetê da hebûye. Lieberman di vî warî da amaje bi pêvajoya bijartina balyozê rejîma Israîlê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2010an da kir û got ku çawa Sareyê nêrîna Netanyahû guherandiye da ku Şay Bîzek di vê postê da tayîn neke.
Lieberman di dewamê da bal kişande ser şêwaza bijartina Aviyo Koxay di sala 2018an da wek Serokê Erkantiya Giştî ya Artêşa Rejîma Siyonîst û got: Netanyahû wê demê jî li gorî gotina hevjîna xwe pêngav rakir û ev pêvajo di kabîneya nû da jî didome.
Bi hezaran israîliyên niştecihê erdên dagirbûyî du hefteyên bihurî wek nerazîtiya li hemberî damezirandina kabîneya Netanyahû û hebûna kesên tundrê di vê kabîneyê da ku pêştir ji hêla cezayî va hatine mehkûmkirin, xwenîşandan li dar xistin.
Li gorî nûçeyeke din, leşkerên siyonîst vê sibê di êrîşa ser taxên cûr bi cûr ên Qudsa dagirbûyî û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê da, heft filistînî girtin.
Leşkerên dagirker ên siyonîst berbanga îro êrîşî ser taxa Xele El-Amûdê li bajarê Nablosê kirin û Zeyd El-Xeraz û Mehend Tebince du azadeyên filistînî girtin û ew veguhestin navendên ewlehiyê.
Leşkerên siyonîst berbanga îro her wiha êrîşî li ser nexweşxaneya El-Meqasidê li bajaroka El-Tûrê li rojhilatê Qudsa dagirbûyî kirin û ew dan ber lêgerînê.
Têkoşerên Berxwedanê jî berbanga îro bi bombeyên destçêkirî êrîşî ser rawestgeha lêgerînê ya bi navê El-Celmeyê li bakurê bajarê Cinînê kirin. Têkoşerên Berxwedanê şeva derbasbûyî jî gule reşandin ser bajaroka siyonîstnişîn a Kermî Tesûrê li bakurê El-Xelîlê.