Li Til Avîvê xwenîşandeneke berfireh dijî Nêtanyahû hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338678-li_til_avîvê_xwenîşandeneke_berfireh_dijî_nêtanyahû_hat_lidarxistin
Çavkaniyên medyayî ragehandin ku bi hezaran îsraîlîyan êvara Şemiyê xwenîşandanek dijî Binyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê nû yê Rejîma Siyonîst û endamên kabîneya wî ya tundrê li Til Avîvê li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2023 09:52 Asia/Tehran
  • Li Til Avîvê xwenîşandeneke berfireh dijî Nêtanyahû hat lidarxistin

Çavkaniyên medyayî ragehandin ku bi hezaran îsraîlîyan êvara Şemiyê xwenîşandanek dijî Binyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê nû yê Rejîma Siyonîst û endamên kabîneya wî ya tundrê li Til Avîvê li dar xistin.

Kabîneya nû ya Binyamîn Nêtanyahû, Pêncşemiya buhurî, 29ê Kanûnê, xebata xwe bi fermî dest pê kir.

Bijartina wezîrên tundrê û nijadperest ji bo vê kabîneyê bûye sedem ku kesayetiyên curbicur ên îsraîlî derbarê dûhatên vê kabîneyê da hişyarî bidin û ragihînin ku Îsraîl bi Nêtanyahû re ber bi hilweşyanê va diçe.

Xwenîşanderan bi bilindkirina hin pankardan nerzîbûna xwe hibmerî  kabîneya rastgir a Natanyaho nîşan dan.

 Xwenîşander ku li meydana Hebîmayê li navenda Til Avîvê li dora hev civiyabûn, bi siloganan dijî cihêkarîya di navbera îsraîliyan da derketin.

 Hejmarek ji endamên Kinêsêtê û hin parlemanterên din jî beşdarî vê xwenîşndanê bûn.