"Sîyonîst di rêya gihîştina bo armancên xwe da nekara ne"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338184-sîyonîst_di_rêya_gihîştina_bo_armancên_xwe_da_nekara_ne
Fermandarê Gurdanên Izedîn Qesam, baska leşkerî ya HAMAS'ê got: Sîyonîstên tirsonek di rêya gihîştina bo armancên xwe da nekara û lawaz in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2022 14:54 Asia/Tehran

Fermandarê Gurdanên Izedîn Qesam, baska leşkerî ya HAMAS'ê got: Sîyonîstên tirsonek di rêya gihîştina bo armancên xwe da nekara û lawaz in.

Mihemed El Zeyf, di peyamekê da bi boneya 35'emîn salvegera damezirandina vê tevgerê got: "Sîyonîst li welatê Filistînê da biyanî ne û hertim di xeyala hêza xwe ya derew bûne û herî zêde girêdarî û pêbendî fikra xirab a siyonîsmê bûne, lê nekarîn ku gelê Filistînê bêhêvî bikin û nasnameya wan ji nav bibin û îro rojê siyonîst nekaratir û tirsonektir ji wê ne ku bikaribin bigihîjin armanca ku bavên wan negihîştinê."

Fermandarê Gurdanên Qesam, got: Bidawîhatina Siyonîstan û jinavbirina rejîma dagirker û kokbirkirina wê ji erdên Filistînê, wê xenîmeta me be û soza Xwedê di vî warî da wê nemîne derengiyê û wadeya me û we, piştî azadkirin û ramalîna ji dagirkeran, wê Mizgevta Eqsayê be.