Taxima Hemasê li Libnanê digel berpirsên payebilind ên Hizbullahê civiya
Endamê payebilind ê Hizbullahê tekezî li ser piştevaniya vê tevgerê ji gel û berxwedana Filistînê kir.
Li gorî rapora malpera Ehdê, Ebdullah Nasir roja Sêşemiyê di hevdîtina digel taximeke berpirsên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) li Libnanê, tekezî li ser piştevaniya Hizbullahê ji gel û berxwedana qareman a Filsitînê li hemberî kuştina Rejîma Siyonîst li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê kir.
Nasir bal kişande ser xwestekên penaxwazên filistînî li Libnanê û got: Mafê gelê Filistînê ye ku bi wergirtina mafên mirovî û civakî, jiyaneke bi şeref hebe.
Ebdulhadî nûnerê Hemasê li Libnanê jî got: Ev hevdîtin di çarçoveya xurtkirina peywendiyên me digel birayên Hizbullahê pêk hat; bi taybet ku ev peywendî stratejîk in û mihwera wan berxwedana li hemberî Rejîma Siyonîst û piştevanên wê ye.
Nûnerê Hemasê tekez kir: Berxwedana her rojî ku xew li çavê rejîma siyonîst a dagirker herimandiye dê berfireh bibe da ku bibe serhildaneke dijwar li dijî vê rejîmê û wê ji Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê derxîne; hema wisa ku bi saya Berxwedanê ji Xezeyê derket.