Cotmeh 19, 2022 19:39 Asia/Tehran
  • Mossad 6 efserên xwe yên îstixbaratê bi tohmeta têkiliya bi Îranê re kuştin

Rejîma Siyonîst piştî têkçûna operasyona Mossadê ji bo sabotekirina navendeke pîşesazî li Îsfehana Îranê, herî kêm 6 efserên xwe yên navdar kuştin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ajansa nûçeyan a Tasnim`ê, li dûv operasiyona dijwar û çetin a ewlehiyê ya Mossad`ê ji bo sabotekirina navendeke pîşesazî li Isfehanê, ku bû sedema desteserkirina tevaya sîxorên wê ji aliyê wezareta îstixbarata Îranê, Mossad, piştî ji kar dûrxistina serokê Maseya Îranê, herî kêm 6 efserên payebilind ên girêdayî vê maseyê bi tohmeta têkiliya bi hêzên Îranê re ji nav birin û bi awayên cuda ew kuştin.

Tomer Ixeg", "Ayalon Shapira", "Sharon Small", "Shayli Westland", "Ofek Aharon", "Itamar El-Harar" 6 efserên îsraîlî ne ku di lêpirsîna Mossad de bi tawana têkiliya bi dezgehên ewlekarî yên Îranê re hatine kuştin.

Li gorî vê raporê, Rejîma Siyonîst kuştina van 6 kesan piştrast kiriye.

Ev rapor zêde dike ku çend efserên din ên siyonîst ji aliyê dezgeha kontra sîxuriyê ya Mossadê û bi awayên curbicur, ji wan bûyera trafîkê, bi heman tawanê hatine kuştin ku hejmara wan û çarenivîsa wan tam nayê zanîn.

Serepeyv