Ji ber şewata dêrekê li Qahireya Misirê 41 kes mirin
Hat ragihandin di dêreke li rojavayê paytextê Misirê, Qahireyê da şewat derket û di encamê da 41 kes mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Misirê da hat diyarkirin, di şewata li Dêra Ebû Seyfeynê da 41 kes mirin, 12 kesên ku birîndar bûn jî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin ku 37 ambulans bo ciyê bûyerê hatin şandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da jî hat destnîşankirin, li gorî lêkolînên destpêkê, kêşeya li pergala hewa li qata duyem a dêrê bû sedema derketina şewatê.
Hat destnîşankirin, şewat di dema ayînê da derket û 2 sûbay û 3 peywirdarên parastina sivîlan jî di nava birîndaran da hene.
- Ji bo lêkolînkirina bûyerê ekîbek hat avakirin
Di daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Misirê da hat destnîşankirin ku ji bo lêkolînkirina bûyerê ekîbek hat avakirin û encam dê ji bo raya giştî bên ragihandin.