Tebax 09, 2022 09:34 Asia/Tehran
  • Seyid Hesen Nesrullah: Hizbullah di çil salên derbasbûyî da sozdarê rêya Îmam Husên (S) bûye

Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê êvara Duşemê di axaftinekê da tevî sersaxîdana Aşûraya Îmam Husên (S) tekez kir ku vê tevgerê di heyama çar dehikan da nîşan daye ku sozdarê rêya Îmam Husên (S) bûye.

Duh Duşemî, 10ê Miheremê, salroja şehîdbûna Îmam Husên (S) bû.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî tekeziya li ser vêya ku Hizbullah Libnanê soz dide ku rêya Îmam Husên (S) bişopîne, got: Em di dorpêçkirin, birçîtî, kuştin, şerê derûnî, gefa terorê û hemû dijwariyan bi Îmam Husên (S) ra peymana dubare girêdidin.

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê her wiha pesna hêzên ewlehiyê û artêşa vî welatî ji ber rola wan di parastina ewlehiya meclîsên şîndariya Îmam Husên (S) da kir.

 

 

 

Serepeyv