Tebax 01, 2022 09:01 Asia/Tehran
  •  Nesrullah Rejîma Siyonîst hişyar kir: Berxwedan ji bo her senaryoyekê amade ye

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê di axaftina xwe ya bi boneya meha Miheremê tevî hişyarkirina Rejîma Siyonîst, tekez kir ku Berxwedan ji bo her senaryoyekê amade ye.

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê di axaftinekê da bi boneya şeva sêyem a meha Miheremê ji bo şîndarên Îmam Husên (S) li Zahiyeya başûrê Beyrûtê, tekez kir: Em ne alîgirên gotûbêja bi Rejîma Siyonîst derbarê diyarkirina hêlên deryayî ne û ne jî me kesek erkdar kiriye ku bi nûnertiya me gotûbêj bike.

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê di dewamê da tevî diyarkirina piştevaniya ji dewleta Libnanê di van gotûbêjan da, tekez kir: Gotûbêja li ser diyarkirina sînorên deryayî li ser ustiyê dewleta Libnanê ye û em ê her pêngavekê ku dewlet rake, veto nekin.

Seyid Hesen Nesrullah tevî amajeya bi derbasbûna neqanûnî ya keştiya israyîlî bo navçeya gazî ya Karîşê ji bo derxistina gazê, got: Berxwedana Libnanê bijardeyên li pêşberî xwe ji bo rûbirûbûna di gel wê vekolandine, sedî 50 dibe ku ev mijar bi gotûbêjê were çareserkirin û sedî 50 îhtimala şêrr heye.

 

Serepeyv