Tîrmeh 20, 2022 11:53 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Ku Libnan heqê xwe bi dest nexe, Rejîma Siyonîst dê îzna derxistina çavkaniyên neftê tunebe

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê tekez kir, Libnan li dû şêrr nîne, lê eger neghiêje heqê xwe, Rejîma Siyonîst jî destûr tunebe ku çavkaniyên neftê hilberîne.

Li gorî rapora El-Exbarê, Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê di civîna salane ya aşûrayî da ku bi beşdariya mibelix û aliman tê lidarxistin da got: Dibe ku em ber bi şêrr va biçin û dibe ku neçin; Me meylek ji bo vekirina bereyê (şêrr) tuneye, em tenê mafê xwe dixwazin. Em asta wî dibin jor da ku Israîl û Amerîka teslîm bibin. Ji ber ku rêya hilweşiyanê li Libnanê didome. Eger rêkara hinekan (li Libnanê) teslîmbûn e, em qet vê yekê napejirînin.

Nesrullah got: Ji sala 1982an (sala damezirandina Hizbullahê) li dû serê Berxwedanê bûn, ji ber ku gefek li dijî Israîlê bû; Lê roja îro Berxwedan tenê gefek li dijî Israîlê nîne, belkî gefek li dijî tevahiya projeya amerîkiyan li navçeyê ye... Dijmin îro hesta lawaziyê dike ş li dû şêrr nîne, ji ber ku dizane ku şer tenê bi Hizbullahê ra nîne û dibe ku digel tevahiya Bereya Berxwedanê be û bibe sebeba hilweşiyana wê, ji ber vê yekê şer ji bo Israîlê rîskeke pirxeter û bi berdêl e.

 

Nesrullah her wiha got: Li Libnanê derfeteke dîrokî û zêrîn ji bo derketina ji qeyranê heye, eger em wê bi kar neyînin, di sed salên bê da jî em ê neftê dernexînin. Em ji derxistina neftê ji Karîşê li dû destkefta manewî nînin, belkî tenê li dû derxistina nefta xwe ne; Eger Libnan mafê xwe wernegire, derxistina neft û gazê li tevahiya Filistîna dagirbûyî tunebe.

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê tekez kir: Amerîka li dû teslîmbûn û serberjêriya me ye; Li dû radestkirina çekê, naskirina Israîlê, bicihkirina hertimî ya sûrî û filistîniyan, talankirina heyîtiyan e û Berxwedan û hevpeymanên wê wek tenha berbend li hemberî vî karî dibîne. Ji ber vê yekê ev sê sal in ku bala xwe dane ser tecrîda Berxwedanê ji alî û piştgirên din ên Berxwedanê yên rasterast û her karek kirine; Lê têk çûne û em di rewşeke tam ciyawaz digel berê ne û kesek qet nikare derbê li Berxwedanê bixe.

 

 

Serepeyv