Nîsan 05, 2022 11:31 Asia/Tehran
  •  Hikumeta Lubnanê îflasa dewletê û Banka Navendî ragihand

Hikumeta Lubnanê duh duşemê îflaskirina dewletê û Banka Navnedî ragihand û daxuyand ku "Dê deyn û ziyan di navbera dewlet, Banka Navendî, bank û xwediyên mewdûatan de were dabeşkirin.”

Cîgirê serokatiya hikumeta Lubnanê Seade El-Şamî îflaskirina dewletê û Banka Navendî ya Lubnanê ragihand.

El-Şamî got: "Dê ziyan û deyn di navbera dewletê, Banka Navendî, bank û xwediyên mewdûatan de were dabeşkirin, lê tu rêjeyeke diyar tune ye. Mixabin dewlet û banka Lubnanê îflas kirin. Sedema vê binketinê jî siyasetên bigirêk in û ger em gavekê neavêjin, ew ê ziyanên mezintir çêbin."

Têkildarî danûstandinên li gel Banka Cîhanê jî El-Şamî got: "Em bi Banka Cîhanê re diaxivin û cara yekemîn ku şandeyeke wiha mezin tê û di têkiliyan de bi pêş de çûne."

El-Şamî diyar kir ku ew hêvî dikin vê carê bigihêjin peymanekê û got: "Danûstandinên vê gerê girîngiyê didin gelek mijaran, ji wan rewşa bankan û ji nû ve birêxistin û sazûmankirina wan, siyaseta darayî ya xizmeta deynên giştî, sererastkirina qada giştî û kehrebeyê, siyaseta bankê û çareserkirina enflasyonê.”

El-Şamî her wiha destnîşan kir ku şîrketa KPMG Banka Navendî ya Lubnanê kontrol dike.

Hizbullaha Libnanê ji rayedarên lubnanî xwestiye bona çareseriya krîza Lubnanê welatên rojavayê ji wan Amerîkayê ku sebebkarên rewşa nû li lubnanê ne bawer nekin û xwe nespêrin wan û ji bo çareseriya pirsgirêkan Lubnan divê ji Komara Îslamî ya Îranê alîkariyê bixwaze..

Serepeyv