Sibat 13, 2022 15:34 Asia/Tehran
  • Sûdwergirtina Mossad'ê ji bernameya sîxoriya Pegasus'ê ji bo hekkirina mobayla welatiyên israîlî

Çavkaniyekî Rejîma Siyonîst ragihand ku Rêxistina Istixbarat û Operasiyona Taybet (Mossad) bi awayekî ne fermî bernameya sîxoriya Pegasus'ê ji bo hekkirina mobayla hin rayedarên israîlî di serdema serokatiya Yûsî Kohen Serokê berê yê Mossad'ê bi kar aniye.

Rojnameya siyonîstî ya Ha Arêtzê di raporekê da nivîsî: Mossad bi bikaranîna bernameyên sîxoriyê yên Pegasus'ê dikare mobaylan (telefonên destan) ji bo armancên istixbaratî hek bike û artêşa Israîlê û dezgeha ewlehî û Mossadê ev şiyan beriya damezirandina Kompaniya NSOyê xurt kiribû û mobaylên hin çalak û rayedarên siyonîst û rayedarên hin welatên din hek kiribûn.

 

Serepeyv