Mijdar 19, 2021 16:26 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê: Destwerdanên Amerîka û Erebistanê di hilbijartina parlimanî ya Libnanê da nayê pejirandin

Alîkarê Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got, destwerdanên Amerîka, welatên rojavayî û Erebistanê di hilbijartina parlimanî ya Erebistanê da nayê pejirandin.

Li gorî rapora malpera Ehedê, Şêx Elî Dei'mûş, Alîkarê Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Em rê nadin ku Amerîka, welatên rojavayî û Erebistan xwestek û bijardeyên xwe li gelê Libnanê bisepînin.

Wî got: Gelê Libnanê divê bi vîna serbixwe, bi xwe nûnerên parlimanê bibijêre.

De'mûş got: Girêdayîbûna bi dagirker û destdirêjker û tirsîna ji gefên wan li dijî nirxên neteweyî ye û serxwebûna welêt dixe ber metirsiyê. Nayê pejirandin ku welatek teslîmî bacxwaziyên biyaniyan bibe.

 

Serepeyv