Cotmeh 18, 2021 09:24 Asia/Tehran
  •  Rejîma Siyonîst: Di rewşa pevçûna tev Hizbullahê da, divê em rojê li benda 2000 mûşekan bin

Rayedarekî leşkerî yê Rejîma Siyonîst hişyarî da ku eger pevçûnek tev Hizbullahê biqewime, divê ew li benda avêtina 2000 mûşekan di rojê da ber bi erdên dagirbûyî bin.

 

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya France Pressê, Ordî Gordîn Fermandarê Bereya hundirîn a Rejîma Siyonîst, got ku eger pevçûnek tev Hizbullahê biqewime, divê ew li benda avêtina 2000 mûşekan di rojê da ber bi erdên dagirbûyî bin.

Wî got: Bajarên Til Avîv û Esdûdê li başûrê erdên dagirbûyî di şerê dawî digel Zîvala Xezeyê bûne armanca zêdetirîn mûşekan ji dema damezirandina Israîlê.

Rejîma Siyonîst piştî cenga vê dawiyê li dijî Zîvala Xezeyê ku wek Şerê Şûrê û Şerê 12 rojî hat binavkirin, li hemberî berxwedan û êrîşên Berxwedana Filistînê neçar ma ku êrîşên xwe dijî vê zîvalê rawestîne û piştî wê bû ku bi riya navcîtiya Misrê, gotûbêja dualî dest pê bû.

 

 

Serepeyv