Îlon 23, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Pêncemîn karwanê sotemeniyê yê Îranê derbasî Libnanê bû

Piştî gihêştina çar karwanên ku mazot û sotemeniya Îranê dibirin Lubnanê, medyaya vî welatî ragihand ku karwanê pêncan ê ku sotemeniya Îranê hilgirtiye jî derbasî axa Lubnanê bûye.

Televîziyona El-Meyadîn ragihand; Di rewşekê de karwanên ku mazot û sotemeniyê dibirin derbasî axa Libnanê dibin ku berî viya Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Seyd Hesen Nesrullah, di gotarekê de bi boneya Aşûreyê, derbarê birêketina keştiyên hilgirê sotemeniyê ji Îranê bo Libnanê agahî dabû.

Piştî wê, çavkaniyên Lubnanî roja Pêncşemê (16ê Îlonê) ragihandin ku yekemîn karwanê tankerên mazotê yên Îranê bi rêya sînorê bejahî yê Hermel-El-Quseyr derbasî Libnanê bûn.

Ev sal û nîvek e ku ji ber cezayên Amerîkayê yên aborî rewşa Lubnanê xirab bûye bi taybet di warê kêmbûna sotemeniyê de ev welat rastî aloziyê hatiye. Ji bo girtina pêşiya berfirebûna vê krîzê hin ticarên lubnanî bi navbeynkariya Hizbullahê mazot û sotemenî ji Îranê derbasî Lubnanê kirin.

Serepeyv